Desthilatên Amerîkayê êrîşeke armanckirî li ser kinêşteke Cihûyan li wîlayeta Michigan û teqelêdaneke gumankirî ya terorîst li zanîngeheke Virginia vekolîn dikin.
Polîs dibêjin ku mêrekî çekdar roja Pêncşemê kemyonek ajot nav kinêşteke Cihûyan li nêzîkî bajarê Detroit berî ku nobedarekî ewlekarîyê teqe lê bide û wî bikuje.
Desthilatan nasnameya êrîşbir eşkere kir û got ku navê wî Eymen Mihemed Xezalî ye. Ew welatekî Amerîkayî ku bi regez ji Libnanê ye.
Buroya Federal ya Vekolînê (FBI) ev êrîş wekî "kiryareke armanckirî ya tundûtûjîyê li dijî civaka Cihû" binav kir.
Polîsan got di dema êrîşê de agirek pêket û di encamê de 30 efseran dûmana wî kişandin. 140 zarokên xwendekar jî bi ewlehî ji cihê erîşê hatin derxistin.
Serok Donald Trump derbarê êrîşê got: "Ez dixwazim hezkirina xwe bo civaka Cihû li Michigan û hemû xelkê Detroit bişînim, piştî êrîşa li ser kinêşta Cihûyan."
Li wîlayeta Virginia jî, desthilatdar dibêjin ku mêrekî çekdar roja Pêncşemê li Zanîngeha Old Dominion kesek kuşt û du yên din jî birîndar kir.
FBI ragihand ku ew vê êrîşê wekî kiryareke terorîst vekolîn dike.
Mihemed Jalloh, ku berê bi tawana piştgirîya koma terorîst Daiş sûcdar hatibû dîtin, ji alîyê komeke xwendekar ve ku bi mebesta bibin efserên leşkerî tên perwerdekirin, hate kuştin.
Jalloh sala 2017'an ceza xwar, piştî ku wî sefer kiribû da ku ligel endamên Daişê kom bibe û gotibû ew dixwaze êrîşekê pêk bîne. Ew sala 2024'an ji zindanê hatibû azadkirin.