Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelo Herêma Badîya Sûrî Bûye Paytexta Nû ya DAIŞ?


Hefteya borî artêşa Sûrîyê bi piştevanîya mîlîşyayên ser bi Îranê ve û piştevanîya esmanî ya Rûsyayê operasyonek li herêma Badîya li naverast welêt da destpêkirin.

Piştî çend rojan ji operasyonê, dezgehên ragihandinê yên nêzîkî rejîma Sûrî diyar kirin ku bi dehan çekdar hatin kuştin. Lê jiber rewşa hewayê operasyon niha hatiye rawestandin.

Çavdêr bawer dikin ku têkçûnên mezin di nava çekdarên rejîm û Îranê de hene. Ev jî, li gor wan, nîşana bihêzbûna çekdarên DAIŞ'ê ye ku li wê devera çolistana Sûrîyê çalak dimînin.

Li gor daneyên Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR), di sala 2023'an de heta 9'ê Berfanbarê 594 kes li Badîya Sûrî hatin kuştin.

Gelo çalakbûna çekdarên DAIŞ'ê li Badîya çi bandorê li deverên jêr kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dike?

Di vê xeleka nû ya Mijara Rojê de, em vê doseyê ligel lêkoler Mistefa Mistefa û rojnamevan Emced Kurdo gotûbêj dikin.

ZO_12_14_2023_MR_Hebuna_DAIS_Badiya
please wait

No media source currently available

0:00 0:49:30 0:00
XS
SM
MD
LG