Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

5 Mîlyon Sûrî ji Alîkarîyên Mirovî Bê Par In


Al Yaroubia Crossing
Al Yaroubia Crossing

5 melyon mirov ji alîkarîyên mirovê bêparin

Roja Duşemê, 9ê kanûna duyem sala 2023yan, Encûmena Asayişa Navdewletî bi yekdengî biryara dirêjkirina gihandina alîkariyên mirovî ji bo bakurê rojavayê Sûriyê, tenê bi rêya dergehê Bab El-Hewa , pejirand.

Li gorî biryara Encûmena Asayişê, heya 6 mehan, bi rêya dergehê Bab El-Hewa yê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de, alîkariyên mirovî dê derbasî Sûriyê bibin, û hemû dergehên din di nav de dergehê Til-Koçer girtî dimînin.

5 milyon kes li bakur û rojhilatê Sûriyê ji alîkariyan bêpar in

Dergehê Til-Koçer ku 40% ji alîkariyên mirovî tê re daerbas dibûn, dikeve herêmên jêr kontrola Rêveberiya Xweser, li gorî Rêveberiya Xweser nêzî 5 milyon kes di nav de 1 milyon koçber û derbider, ji alîkariyên mirovî bêpar mane.

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê ji Sekerterê Giştî yê Netewêm Yekbûyî Antonio Guterres bi nameyekê daxwaz kir ku ji bo vekirina deriyê Til Koçer tev bigere.

Di nameya xwe de Rêveberiya Xweser amaje bi wê yekê dike ku rewşa mirovî ya xelkê li herêmê gelek xirab bûye.

Di beşeke din a nameyê de Rêveberiya Xweser, biryara berdewamkirina girtina deriyê Til Koçer weke biryarek neheq pênase.

Hewlên siysaî berdewam in lê bê bersiv in

Berpirsên siyasî li bakur û rojhilatê Sûriyê dibêjin ku hewlên wan ji bo gihandina alîkariyên mirovê ji bo deverê, berdewam in, lê heta niha civaka navdewletî bêdeng e.

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk MSD, Emîna Omer, ji Dnegê Amerîka re destnîşan kir ku ew bi rêya Têkiliyên xwe yên diblomatîk hewl didin ku deriyê Tilkoçer ji bo gihandina alîkariyên mirovî vekin, nexasim ku niha herêm di rewşeke mirovî aloz de jiyan dike.

" bakur û rojhilatê Sûriyê di mercên mirovî yên zehmet de jiyan dike, îro dorpêç li vê herêmê heye, gefên Tirkiyê li ser me hene, het tim hewldanên me hene ku dergehê Tilkoçer vebe da ku alîkarî derbasî vê herêmê bibin, lê her tim Rûsya vîtoyê bi kar tîne û naxwaze ev biryar çêbibe,

Her wiha birêz Omer got ku alîkariyên mirovê yên ku derbasî Sûriyê dibin, nagihêjin bakur û rojhilatê Sûriyê.

"alîkariyên ku niha digihêjin Sûriyê rêjîma Sûriyê nahêle ku para vê herêmê bigihêje."

Koçber û penaberên bakur û rojhilatê Sûriyê zerara herî mezin dibînin

Li gorî amarên ne fermî, li bakur û rojhilatê Sûriyê nêzî 1 milyon koçber û derbider dijîn, li gorî karbidestan, girtina dergehê Til-Koçer û negihiştina alîkariyên mirovî, bandorê yekser li ser jiyana wan dike.

Serokê nivîsgeha karûbarê koçber û penaberan li bakur û rojhilatê Sûriyê, Şêxmûş Ehmed, dibêje ku Rêveberiya Xweser 16 kampên fermî bi rê ve dibe û bi dehan kampên ne fermî jî li deverê hene, bi giştî rewşa wan aloz e û pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye.

"Hejmarek mezin ji kampan li herêmên me hene, di van salên dawî de zor û zehmetî gelek hene, nexasim ku herêmên me dorpêçkirî ne, her wiha dergehê fermî yê derbaskirina alîkariyan mixabin bi biryara Encûmena Asayîşa Navdewletî bi rêya vîtoya Rûsî hat giritn".

Alîkarî ji bo berjewendiyên siyasî tên bikaranîn

li gorî neteweyên yekbûyî, alîkariyên ku derbasî Sûriyê dibin, ji bo hemû gelê Sûriyê ne, lê Rêveberiya Xweser û rêxisinên mirovî yên xwecihî dibêjin ku hikûmeta Şamê û opozisyona Sûriyê alîkariyan ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar tînin û rê nadin ku alîkarî derbasî bakur û rojhilatê Sûriyê bibin.

Rêvebira komeleya mafên mirovan li herêma Cizîrê, Evîn Cuma, dibêje ku aliyên dîtir herêmê dorpêç dikin û şerê siyasî bi rêya qutkirina alîkariyên mirovî, dikin.

"bikaranîna dergehên derbaskirina alîkariyên mirovahî ji aliyê Tirkiyê, artêşa niştimanî surî û rêjîma Sûriyê ve bi rengekî siyasî sucekî dijî mirovahiyê ye".

Dîroka derbaskirna alîkariyan ji bo Sûriyê

Encumena Asayîşa Navdewletî di sala 2014an de biryara 2156 pejirand, ku li gorî biryarê Neteweyên Yekbûyî dikare alîkariyên navdewletî bi rêya sînorên bejahî derbasî Sûriyê bike bêyî ku destûrê ji hikûmeta Sûriyê wergire.

Di biryarê de gihandina alîkariyan bi rêya çar dergehan hat destnîşankirin ew jî ev in: Til Koçer (El-Yerubiye) bi Iraqê re, El-Remsa bi Urdinê re û deriyên Bab El-Hewa û Bab El-Selam bi Tirkiyê re.

Girtina dergehê Til-Koçer û Remsa

Ev biryar 4 salan hat dirêjkirin heta roja 10ê Çileya 2020an, dema ku Encumena Asayîşê biryara 2504 pejirand, ku hejmara dergehên derbaskirina alîkariyên mirovî daxist du dergehan, ew jî tenê herdu dergehên bi Tirkiyê re, û ji bo heyama şeş mehan hat pejirandin, ji wê demê ve Deriyê Til-Koçer û El-Remsa bi vetoya Rûsî-Çînî hatine girtin.

Alîkarî tenê bi rêya dergehê Bab El-Hewa derbas dibin

Piştre di tîrmeha 2020an de, piştî çend rûniştinên bêencam yên Encûmena Asayîşa Navdewletî û nakokiyên dewletên endam, biryara dirêjkirina derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê tenê bi rêya dergehê Bab El-Hawa, hat erêkirin.

Ji sala 2020an ve heta îro, bi rêya dergehê Bab El-Hewa yên li ser sînorê Tirkiyê salane bi qasî 2 heta 4 milyar dolar alîkariyên mirovî derbasî Sûriyê dibin, ku li gorî neteweyên yekbûyî 4.1 milyon kes li bakurê rojhilatê Sûriyê sûdê ji wan alîkariyan digirin.

ZO_Dergehê Til_Koçer
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:38 0:00
XS
SM
MD
LG