Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sûrî Mûçe Bilind Kir, Lê Buhayê Nan jî Zêde Dike


Hikûmeta Sûrî roja Duşemê bi biryarekê nirxê firotina nên bi rêjeya % 100 bilind kir û bihayê nû bû 400 lîra.

Hikûmetê herwiha nirxê şewita ku jibo nanpêjgehan tê pêşkêş kirin jî buhatir kir.

Hemdemî wê, bi biryareke din mûçeyên hemû karmendên hikûmetê, herwiha leşker û karkenaran, bi rêjeya % 50 hatin zêde kirin.

Derbara van biryaran de, aborîzan Xorşîd Elîka ji Dengê Amerîka re dîyar dike ku bilindkirina nirxê nan metirsîya tunebûna ewlekarîya xwarinê pirtir dike.

Ew dibêje ku zêdebûna hatiye ser mûçeyan nikare barê enflasyonê kêm bike, “Hikûmeta Sûrî bi bilindkirina nirxê nan û şewitê pereyan ji xelkê distîne û dike mûçe ji karmandên xwe re, lê ev nabe çareserî, çimkî xelk hemû li cem hikûmetê kar nakin, loma gelek zerar dê li wan çêbibe”.

Hêjayî bîrxistinê ye ku hikûmeta Sûrî di meha Tebaxê de sala par, dîsa bi awayekî hemdem mûçe bi rêjeya ji sedî 100 zêde kiribûn û şewit jî buhatir kiribû, şîrovekarên aborî dabûn zanîn ku enflasyon yekser zêdekirina mûçeyan dixwe.

Wezareta Bazirganîya Hindurîn û Parastina Bikiran ya hikûmeta Şamê di daxuyanîyekê debuhakirina nirxê nan bi bilindbûna nirxê genim ve girêda.

Wezaretê ketina zevîyên çandina genim û bîrên petrolê wek “dagirkerîya Amerîkî” bi nav dike û wek hincet dibîne ku mebesta wê herêmên Rêvebirîya Xweser li Bakur Rojhilata Sûrîyê ye.

Lê, aborîzan Elîka tîne ziman ku rûniştvan li herêma Bakur Rojhilata Sûrîyê jî dikevin rengvedana biryara hikûmeta Sûrî.

Ew herwiha ew bawer nake ku Rêvebirîya Xweser dikare encamên neyînî di vê demê de kêm bike.

“Rêvebirîya Xweser jî di krîzeke aborî de ye û rewşa li Rojava jî zehmet e, lê gava berhema çandinîyê li herêmê baş bibe û dahatên Rêvebirîyê jî bilind bibin, wê demê ewê karibe bandora biryarên hikûmeta Şamê sivik bike”, Elîka dibêje.

Li gor raporteke Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) ku berî çend rojan belav kiriye, nêzî 13 mîlyon kes li Sûrîyê rûbirûyî tunebûna ewlekarîya xwairnê dibin.

WFP herwiha bal dikşîne ku pêdivîya nêzî 7 mîlyon derbiderên li hindurê Sûrîyê bi alîkarîyan heye.

NR_02_06_2024_Abori_Suriye
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:58 0:00
XS
SM
MD
LG