Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Hikûmeta Sûrî Pêşdeçûna Xwe li Îdlibê Didomîne


Hêzên hikûmeta Sûrî û hevbenda wê Rûsya îro Înê êrîşên xwe yên hember komên çekdar yên hevrik zêde kirin ku deverên nû bixin bin kotrola xwe.

Rûniştvanên herêmê û jêderên xwecîhî ji Reutersê re ragihand ku êrîşên esmanî pirtir bûne û şekdarên Îranî jî di nav de, hêzên nû yên bejeyî jî beşdarî operasyonê bûne.

Di operasyona dawî de bajarokê Tamaneh û berî wê jî Xwayn, Zarzûr û Tamanah hatibûn bi destxistin.

Operasyona bi pêşengîya Rûsan li hember deverên şenîbar ya rojavayê bakurê Sûrîyê tê kirin ku bi sed hezaran derbiderên Sûrî ji çer revîbûn û xwe sipartibûn wê herêmê.

Bi pêşdeçûna hêzên hikûmeta Sûrî û hevbendên wê, Neteweyên Yekbûyî xema xwe bilind kir û hişyarîya krîzeke mezin ya mirovahî dabû.

XS
SM
MD
LG