Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sûrî Mûçeyên Karmendan Zêde Dike


Rejîma Sûrî ragihand ku mûçeyên karmendên sîvîl % 50 zêde dike û asta herî kêm ya mûçeyên karmendan dibe 71,000 lîreyên Sûrî anku 21 dolarên Amerîkî.

Berî vê biryarê karmendên rejîmê 37,000 lîreyên Sûrî werdigirtin ku ew jî nêzî 12 dolarên Amerîkî dikir.

Lê, zêdekirina mûçeyan piştî bilindkirina buhayê madeyên serekî yên wek nirxê nan, birinc, benzîn bi qasî navbera % 100 û % 300 tê.

Karmendekî rejîmê ku dixwaze navê Rîm Mihemed bi kar bîne, dibêje ku çiqas mûçe werin zêde kirin jî wê ne li gor buhayê kelûpelan bin ku roj bi roj bilin dibin.

''Rewşa ku em li Sûrîyê dijîn pir xirab e û tenê jibo yek malbatê ji 400 heya 500 hezar lîre pêdivî ne ku bikaribe bijî. Ew ji bilî lêçûnên çûn û hatinê, kirîna cilan.''

Li alîyekî din ve, bi zêdekirina mûçeyan rejîmê biryara zêdekirin buhayên madeyên sotemenîyê û nan jî pê re zêde kir.

Li gor biryara hikûmetê 800 gram nanê hikûmetê bi 200 lîre û herwiha yek lître mazot bi 500 û yek lître benzîna super bi 3000 lîre tê firotin.

Li gor çavdêran zêdebûna mûçeyan wê enflasyonê jî bilindtir bike. Dilbirîn Xelo dibêje ku ger asta giştî ya buhayan ji % 50 zêde bibe, ev tê wateya têkçûna siyaseta diravî û hilweşîna hêza kirînê ya gel.

Dîsa, rêjeya yek dolara Amerîkî li bazara reş giheştiye 3270 lîreyên Sûrî ku ev rêje ji heyama 6 mehan û vir ve nimz nebûye û ev tê wateya ku lîreya Sûrî hilweşîye.

Li gorî Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO), Sûrîye di nava welatên cîhanê de di rêza % 90 ya dewletên herî xizan e.

XS
SM
MD
LG