Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Sûrî: Emê di Danûstandinên Neteweyên Yekbûyî de Cîh Bigirin


Deverên ku Rûsya êrîşên esmanî lê pêk tîne
Deverên ku Rûsya êrîşên esmanî lê pêk tîne

Wezîrê Derve yê Sûrîyê Walid Muallem îro Înîyê dibêje, ewê di danûstandinên fermî yên dawîkirina şerê naxweyî cîh bigire, lê xwe bi encamên wan gire nadin.

Muallem di Civata Giştî de got, ew fem dikin ku danûstandinên bi navbeynkarîya nûnerê taybet Staffan de Mistura wê tenê jibo veguherîna nêrînên alîyan bin.

De Mistura, di bizava herî dawî ya Neteweyên Yekbûyî de, meha borî çûbû Sûrîyê ku piştgirîya Serokê Sûrî Beşar Esad misoger bike.

Pêşnîyara De Mistura armanc dike ku çar komên xebatê bêne afirandin ku li ser çareserîyeke sîyasî ji şerê berdewam re kar bikin.

De Mistura gotibû ku bi girîngîdana kêşeyên sîyasî, qanûnî, leşkerî û dij-terorê, beşdarên danûstandinan gotûbêjên kêrhatî bikin û di prosesa qedandina şer de bi karîgerî cîh bigirin.

Muallem herwiha got ku kêşeya serekî ya jibo hikûmeta wî Dewleta Îslamî (DAIŞ) ye û kanîn û zanîna wan heye ku pişta wê rêxistina tundrê bişkînin.

Muallem axaftina xwe di vê rojê de kir ku firokên Rûsî li Sûrîyê êrîşên esmanî pêk tînin ku welatên Rojavayî Moskowê rexne dikin ku serhilderan dikin armanc.

XS
SM
MD
LG