Bi dehan endamên opozisyona Sûrîyê li Dîmeşqa paytext civiyan û daxwaz ji Serok Beşar El Esede kir ku tepeserkirina xwepêşanderan bi dawî bîne.
Tevgera Guherîna Demokratîk a Niştîmanî serperiştiya wê civînê kir bi beşdarîya kesayetîyên Ereb, Kurd, Îslamî û sekûlar. Herwiha nivîserê navdarê Sûrî Mîşêl Kîlo di wê kombûnê de amade bû.
Endamên opozisyonê daxwaz ji gelê Sûrî kir ku ji xwepêşandanên aştîyane berdewam bin û ji hikûmeta Esed xwest ku hemû cûrên tepeserkirina xwepêşanderan bi dawî bîne.
Neteweyên Yekgirtî radigihîne ku nêzîkî 2,600 kes ji layê hikûmeta Sûrî ve hatîne kuştin.