Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rejîma Sûrî Azadkirina bi Sedan Girtiyan Ragihand


Rejîma Sûrî Azadkirina bi Sedan Girtiyan Ragihand

Rejîma Sûrî azadkirina pitir ji 900 girtiyan ragihand, di demekê de ku şer û pevçûnên nû li bajarê Dira çêbûn.

Hikûmeta Sûrî roja Çarşembî ragihand ku 912 kes hatîne azadkirin, ku jiber beşdariya wan li “bûyerên vê dawiyê” hatibûn girtin lê belê tu peywendî bi “kuştinkariyan” nebûn, li gor ragihandina hikûmetê.

Ajansa nûçeyên SANA ya ser bi rejîmê herwiha ragihandku herî kêm 1,700 girtiyên din li di vê mehê de hatîne azadkirin.

Hevdem, komela Sûrî ya Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên Sûrî erîşa gundekê li Dira kirin. Li gor ajansa nûçeyên Fransî di wî gundî de şer û pevçûn li navbera hêzên rejîmê û leşkerên veqetiyayî çêbûn.

XS
SM
MD
LG