Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêrên Ereb li Sûrîyê ne û Kuştin Didomin


Çavdêrên Ereb li Sûrîyê ne û Kuştin Didomin

Çalakvan dibêjin, herî kêm 20 kes li bajarê Homisê ji layê hêzên rejîma Sûrî ve hatin kuştin, pêş ku çavdêrên Komkara welatên Ereb serdana wî bajarî bikin.

Li gor çalakvanan, hêzên rejîmê roja Duşembî jî devera Baba Amrû topbaran û gulebaran dikin, rojekê pêş ku çavdêrên Ereb biçin wî bajarî.

Hikûmeta Fransî û Civata Niştîmanî ya Sûrî ji çavdêran dixwazin her îro Duşembî biçin Homisê.

Li gor Neteweyên Yekgirtî, nêzîkî 5,000 kes li serhildana dijî desthilata 11-salî ya Serokê Sûrî Beşar El Esed hatîne kuştin.

XS
SM
MD
LG