Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê El Qayde Piştgîrîya Serhildana Sûrîyê Dike


Ayman El Zewahirî
Ayman El Zewahirî

Rêberê El Qayde piştgîrîya xwe bo serhildana gelê Sûrî li dijî Serok Beşar El Esed ragihand û daxwaz li Musilmanên welatên cîrana Sûrîyê kir ku alîkarîya serhildayên Sûrî bikin.

Di peyameka vîdyoyî de ku roja Yekşemê li malpereka Îslamî hate belav kirin, Ayman El Zewahirî daxwaz li Musilmanên Îraq, Urdun, Libnan û Tirkîyê kir biçin Sûrîyê û li dijî rejîma Esed şerî bikin.

Zewahirî herwiha daxwaz li gelê Sûrî kir ku pişta xwe bi Rojava yan hikûmetên Ereb girê nedin.

Karbidestên Îraqî dibêjin, li gor agehîyan li çar mehên bihûrî çekdarên ser bi El Qayde li bakûrê Îraqê derbazî Sûrîyê bûn.

XS
SM
MD
LG