Civata Tenahî ya Neteweyên Yekgirtî piştgîrîya xwe bo plana aştî ya Kofî Annan kir jibo bi dawî anîna tundûtûjîya li Sûrîyê.
Plana nûnerê hevbeş yê N.Y. - Komkara welatên Ereb daxwaza ragihandina agirbestê û encamdana dîyalogê li navbera hikûmet û opozisyonê dike.
Plana Annan herwiha ji rejîma Sûrîyê dixwaze rêkê bide ajansên alîkarîyên mirovatî biçin Sûrîyê.
Her 15 endamên civatê, di nav de Rûsya û Çîn, bi wê planê razî bûn.