Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

16 Kes li Sûrîyê Hatin Kuştin Dema Çavdêran Serdana Du Bajaran Kir


Çalakvanên Sûrî dibêjin ku li hêrişên hêzên hikûmet û serhildayan 16 kes li seranserê welatî hatin kuştin, dema tîma çavdêrên Neteweyên Yekgirtî serdana du bajarên din kirin.

Li gor çalakvanan, tankên rejîma Sûrî roja Yekşemê êrîşa bajarê Dûma ya nêzîkî Şamê kir û du kes kuştin. Çalakvan herwiha dibêjin ku çar leşkerên rejîmê her li bajarê Dûma hatine kuştin dema bombek li nêzîkî otomobîla wan teqî.

Çalakvan herwiha dibêjin ku şeş kes li Humsê û çar kes li Îdlibê ji layê hêzên rejîma Sûrî ve hatine kuştin.

Jimara kuştîyên roja Yekşemê ji layê alîyên serbixwe ve nehatîye piştrastkirin.

Herwiha tîma çavdêrên Neteweyên Yekgirtî roja Yekşemê serdana bajarên Rastan û Hemayê kir.

XS
SM
MD
LG