Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîsan Teqîn li Şamê


Pênc kes li paytexta Sûrîyê hatin kuştin.

Çalakvanên Sûrî dibêjin bi sedema teqîna bombekê li Dîmeşqê, pênc kes hatin kuştin.

Komela Çavdêrîya Mafên Mirovan ya Sûrîyê li London roja Sêşembî ragihand ku ew teqîn li taxa Qabûn qewmî.

Li Libnanê jî, roja Duşembî, bi sedan kes li behîya Şêx Ahmed Abdul-Wahid beşdar bûn.

Kuştina wî oldarî bû sedema çêbûna şer û pevçûnan li şeqamên Beyrûtê ku bi kêmî ve du kes hatin kuştin û pitir ji deh kesên din birîdar bûn.

XS
SM
MD
LG