Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Rejîma Sûrî Berpirs e Beramberî Bombebarankirina Hûle


Civata Tenahî ya Neteweyên Yekbûyî radigihîne ku hêzên hikûmeta Sûrî berpirs in beramberî bombebarankirina xelkê sivîl li gundê Hûle.

Piştî civîneka awarte roja Yekşemê, Civata Tenhahî bi tudnî kuştina bi dehan kesan li wî gundî şermezar kir. Civatê herwiha kuştina xelkê sivîl bi çek û kêran şermezar kir, lê belê negot çi alîyek berpirs e beramberî kuştina hovane li Hûle.

Neteweyên Yekbûyî radigihîne ku bi kêmî ve 180 kes, di nav de 49 zarok û 34 jin, li êrîşên roja Înî li Hûle hatin kuştin.

Civata Tenahî ragihand ku bikar anîna hêza bêqam li dijî xelkê sivîl, binpêkirina qanûna navneteweyî ye.

XS
SM
MD
LG