Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqînek li Nêzîkî Karwanê Çavdêran li Sûrîyê


Otomobîlên artêşa Sûrîyê, yên ku bi karwanê çavdêrên Neteweyên Yekgirtî re bûn, rastî teqînekê hatin.

Teqîna ku roja Çarşemê li bajarê Dera çêbû, bû sedema birîndarbûna şeş leşkeran. Rêberê çavdêran general Robert Mood di wê karwanê de bû.

Hevdem, Kofî Annan nûnerê N.Y. û Komkara Welatên Ereb bo aştîyê li Sûrîyê got dibe ku alozîya li Sûrîyê, wî welatî ber bi şerê navxweyî bibe.

XS
SM
MD
LG