Çalakvanên Sûrî dibêjin ku şer û pevçûn li navbera rejîma Sûrî û hêzên serhildayan roja Duşemê berdewam bû.
Komela Sûrî ya Çavdêrîya Mafên Mirovan ragihand ku 75 leşkerên hikûmetê li çend rojên bihurî hatin kuştin, li dema ku hêzên serhildayan hêrişên xwe li dijî hikûmetê tundtir dikin.
Çalakvan dibêjin ku şer û pevçûna herî dawî şeva Yekşemê li Îdlibê destpê kir û roja Duşemê jî berdewam bû.
Encûmena Niştîmanî ya Sûrîyê radigihîne ku hêzên rejîmê tank û rokêtan bikar tînin jibo hilweşandina êrîşên serhildayan.