Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Sûrî 20 Leşkerên Hikûmetê Kuştin


Çalakvanên mafên mirovan li Sûrîyê dibêjin ku bi kêmî ve 20 leşkerên hikûmetê ji layê serhildayan ve hatin kuştin.

Komela Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan roja Çarşemê ragihand ku di şer û pevçûnan de li Laziqîye bi dehan leşker hatin kuştin yan birîndar bûn.

Hevdem, serokê tîma çavdêrên Neteweyên Yekbûyî ragihand ku tîma wî her li Sûrîyê dimîne.

General Robert Mood dibêje ku êşa gelê Sûrî girantir dibe û got nuha ne demê hilweşandina erkê çavdêrên Neteweyên Yekbûyî ye.

XS
SM
MD
LG