Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Sûrî Êdî bi Agirbestê Pêgîr Nabin


Serhildayên Sûrî.
Serhildayên Sûrî.

Komela serhildayan, Artêşa Azad ya Sûrîyê ragihand ku ew êdî bi agirbesta Neteweyên Yekbûyî pêgîr nabin.

Peyvdarê serhildayan Samî El Kurdî gota ajansa Reuters ya nûçeyan ku Artêşa Azad ya Sûrîyê biryar da ku pêgîrbûna xwe bi plana Kofî Annan bi dawî bîne.

El Kurdî herwiha got ku artêşê dîsa dest bi êrîşan kir li dijî rejîma Sûrîyê jibo parastina gelê Sûrî, li gor gotina wî.

Komela Sûrî ya Çavdêrîya Mafên Mirovan radigihîne ku herî kêm 80 leşkerên hikûmetê li çend rojên bihurî hatîne kuştin.

XS
SM
MD
LG