Lînkên eksesibilîtî

Rêya di Navbera Efrîn û Helebê de Vebû


Efrîn

Piştî 6 rojan ji girtina rêya di navbera Kantona Efrîn û bajarê Helebê de, dîsa rê li hember çûn û hatina welatî û maşîneyan hate vekirin.

Rêya ku ji alîyê mîlîsên bi ser rejîma Sûrî ve li bajarokên Nibul û Zehra hatibû girtin, doh Şemîyê piştî navbênkarîya rûsipîyan di navbera karbidestên Efrînê û her du bajarokan de hate vekirin.

Li gor hin jêderên agahdar ji Dengê Amerîka re ragihand ku her du alî li ser çareserkirina sedema pirsgirêkê li hev kirin.

Jêderan dane zanîn ku mijara pirsgirêkê ew bû ku çênabe maşîneyên bê jimare derbazî kantonê bibin û divê ew numereya Efrînê ji kargêrîya veguhastinê wergirin.

Lê ajokerên Nibul û Zehra ev yek qebûl nekirin û rêya Efrîn û Heleb ku di her du bajarokan re derbaz dibe, li hember gelê Efrîn girtin.

Lê piştî rêkeftinê maşîne û ajokerên bajarokê Nibul û Zehra ku numreya wan Sûrî ye dikarin bi ruxsat û karta danasînê ji rêbenda Asayîşa Efrînê ya li gundê Ziyaretê werdigirin, derbaz Efrînê bibin û çênabe careke din rê bigirin.

Vekirina rêya Efrîn û Helebê cihê kêfxweşî û rihetîya hemwelatîyên Efrînê bû, ku xwendevan û karmend dikarin bi hêsanî herin û werin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku rêya di navbera Efrîn û Helebê de ku di destpêka sala 2016'an de hate vekirin, rêya tekane ye ku Efrînê bi derve ve girêdide, çimkî hemû rêyên din di bin kontrola komên tundrê de ne û ew Efrînê dorpêç dikin.

ji bo guhdarîkirina li raportê faylê deng veke

XS
SM
MD
LG