Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Belavbûna Korona Rewşa Kurdên Hindur Efrînê Zehmetir Kiriye


Rewşa Kurd in ku li hindur Efrînê dijîn, bi belavbûna vîrusa korona re aloz û zehmetir bûye, ku tevî guvaş û zêdegavîyên komên çekdar vîrusê jî daye ser.

Çavkanîyên ji herêmê didin zanîn ku şênîyên Kurd di nava tirseke mezin de dijîn ku vîrus belav bibe.

Rojnamevan û çalakvanê Kurd Nûrhat Hesen ku ji nêz ve rewşa Efrînê dişopîne ev agahî parve kirin: “Efrîn bi ser Tirkîyê ve vekirye, leşkerên Tirk û çekdar derin û tên, ne tenê jibo Tirkîyê lê derin Lîbya yê jî, tê zanîn korona li Tirkîyê belav bûye, agahî hene ku ew kesên nexweş derbazî deverên dagîrkirî dike, çi Efrîn yan Serêkanîyê û Girêspî”.

Hesen got ku meclîsên ji alîyê Tirkîyê ve hatine erkdar kirin, hin tedbîr standine, weke girtina dibistanan û qedexekirina çûn û hatinê.

Li gor Hesen ev tedbîr bê bandor in çimkî Efrînê ji du salan de di rewşa awarte de dijî, ku tu biryar jibo çekdaran ne derbasdar e û pêbend nabin, loma tirsa gel ji vê yekê heye.

“Komên çekdar dizîyê dikin, dîkaneke çend rojan venebe wê vedikin û didizin, loma jîyana gel di navbera du agiran de maye, korona yan birçîbûn”.

Herwiha Hesen bal kişande ser rewşa saxlemîya giştî û lawazîya xizmetkarîyên tendirustî, loma eger were û tûşbûn bi vîrusa korona çêbibe û bleav bibe, dê xeterîyek pir mezin li ser gel hebe.

Wî ev agahî gotin: “Bijîşkên li Efrînê hebûn, piştî dagîrkerîyê derketin, herwiha pênc nexwaşxane hebûn, ew jî hatin girtin, niha tenê nexweşxaneyeke leşkerî heye, loma gelê Efrînê yên nexweş dibin, neçar in berê xwe bidin deverên din weke Ezaz yan Îdlibê”.

Mijareke girîng Hesen bi bîr xist, ew jî rewşa kesên revandî û girtîyên di zîndanan de ye, ku rastî êşkenceyê tên û di şert û mercên xirap de tên girtin.

Di vê derbarê de Hesen ev hişyarî da: “D demekê de ye ku hemû cîhan girtîyên di zindanan de kêm dike yan berdide, lê belê li Efrînê rojane xelk tên girtin, herî dawî jî li gundê Birc Heyderê şeş ciwan hatin revandin û çarenûsa wan ne dîyar e, herwiha li gundê Birîmce jî çend kes hatin girtin”.

Hêjayî gotinê ye ku rewşa Efrînê piştî destdanîna artêşa Tirk û komên çekdar serûbin bûye, ku gelêk sazî û rêxistinên navneteweyî bal kişandne ser binpêkirina mafê mirovan û zêdegavîyên dijî gelê Kurd, ku herî dawî jî belavbûna vîrusa korona êş û xembarîya wan zêde kiriye.

Raporta Deng/Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:58 0:00


XS
SM
MD
LG