Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrî li Sînorê Başûrê Efrînê Pêş Dikeve


Hêzên artêşa Sûrî û alîgirên wê bi piştevanîya balafirên Rûsî li gundewarên rojava û bakurê parêzgeha Helebê pêş dikevin.

Ev deverên ku li ser sînorên başûr û başûr-rojhilata herêma Efrînê ne anku navçeya Şêrewa, cara yekê ye ji 8 salan de ku hêzên rejîmê dikanin lê pêş bikeve û ji destê komên çekdar û yên tundrê bistîne.

Di vê derbarê de artêşa Sûrî û piştî ku bajarokên Orem, Xan Esel û Mensûra yên rojavayê bajarê Helebê rizgar kirin, îro nîvro girê Şiwêhnê jî kontrol kir, û berê xwe dide Qibtan El-Cebel ku nêzî navçeya Şêrewa ya Efrînê ye.

Komên çekdar şeva borî gundê Başemrê yê Şêrewa topbaran kirin û di encamê de 3 kes birîndar bûn her wiha çend top li gundê Mezin jî ketin.

Her li derdora Şêrewa hate zanîn ku hêzên rejîmê û milîsên Şîa li herdu bajarokên Şîî anku li Nibul û Zehra liv û tevgera xwe zêde kirin û qedereke mezin ji cebilxane û zirêpoş anîne deverê, ku tê çaverê kirin bereyeke nû ber bi deverên Enedan, Heyan, Hirêtan, Bîyanûn û Kefer Hemra vê vekin, ku ev çend roj in bi dijwarî tên bombebaran kirin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku balafirên Rûsî pêr gundê Kibaşînê yê Efrînê bombebaran kirbû, ku ev cara yekê yê ji dema dest danîna Tirkîyê li ser Efrînê balafirên Rûsî li ezmanê Efrînê difirin û li çekdaran didin

Raporta Deng /Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:34 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG