Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Derbiderên Efrînê Nerazîbûna Xwe ji Helwesta Rûsya Nîşan Didin


Girseyeke derbiderên Efrînê xwepêşandanek li pêş navenda hêzên Rûsî li herêma Şehbayê li dar xistin.

Li ser navê xwepêşanderan, şendeyekê ji derbiderên Efrînê hevdîtin bi berpirsên navenda hêzên Rûsî re pêkanîn û daxwazên xwe pêşkêşî wan kirin.

Xwepêşanderan nerazîbûna xwe ji bêdengîya Rûsya li hember rewşa ku ew tê de ne nîşan dan, ku dever rastî êrîşan ji alîyê Tirkîyê ve tê, herwiha rejîma Sûrî çember danye ser herêma Şehba yê û nahêle sûtemenî derbaz deverê bibe.

Herwiha xwepênaderan helwesta Rûsya şermezar kir, ku li gor wan Rûsya rê dabû Tirkîyê êrîş Efrînê bike, ku ji ber wê êrîşê, ev sê salin nêzî 100 hezar gelê Efrînê li penagha Şehba hatine koçberkirin.

Helwesta xwepêşandaran zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:26 0:00


XS
SM
MD
LG