Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êzîdîyên Sûrîyê Raporta USCIRF Erênî Nirxand


afrin
afrin

Yekîtîya Êzîdîyên Sûrîyê û Sazîya Êzdîna bi daxuyanîyeke hevbeş raporta salane ya Komîteya Amerîkî ya Azadîyên Olî yên Navdewletî (USCIRF), erênî nirxandin.

Raporta ku hefteya borî hatibû weşandin bal kişandiye ser rewşa Êzîdîyên ku li herêmên jêr kontrola Tirkîyê de ne li Sûrîyê, anku li Efrîn û Serêkanîyê.

Dor raporta Amerîkî daxuyanîya hevbeş dîyar kir ku pêwîst e rêxistinên hiqûqî yên navdewletî zêdegavîyên dijî Êzîdîya bişopînin û fişarê li Tirkîyê di vê derbarê de bikin.

Daxuyanîyê dest nîşan kir ku divê artêşa Tirk û komên tundrê yên pê re ji Efrînê bikişin, ku encamên mirovahî yên metirsîdar li ser civaka Kurdî li herêmê çêbûne.

Herwiha daxuyanîyê tohmetên berdevkê wezareta derve ya Tirkîyê red kirin, ku wî nerazîbûn li hember raporta Komîteya Amerîkî ya Azadîyên Olî yên Navdewletî nîşan dabû.

Dor vê yekê daxyanîya Yekeîtîya Êzîdîyên Sûrîyê û Sazîya Êzdîna got ku Tirkîyê hewl dide ji pirsyarîya sûcên artêşa xwe û çekdaran tundrê bireve.

Di dawîyê de daxuyanîyê banga civaka navneteweyî kir bendekî ji kiryarên Tikrîyê re dînin, û eşkere kir ku Êzîdî li Serêkanîyê qet nemane, herwiha li Efrînê ji sedî 90 ji Êzîdîyan hatine koçber kirin û 18 mezargehên ola Êzîdî hatine dizîn û rûxandin.

Hêjayê bi bîrxistinê ye ku raporta salana ya Komîteya Amerîkî ya Azadîyên Olî yên Navdewletî dabû zanîn ku Tirkîyê kemîneyên olî yên Êzîdî û Krîstiyan ji Efrînê qewitandine û niştecî ji deverên Sûrî yên din xistine şûna wan de, Komîteyê ev kiryar weke paqijkirina nijadî bi nav kiriye.

Tê zanîn ku Yekîtîya Êzîdîyên Sûrîyê her yek ji Hevbendîya Êzîdî ya Sûrî, her du Yekîtîya Êzîdîyên Efrînê û Helebê, Malên Êzîdî li Hesekê, Amûdê, Serêkanîyê, Tirbesipî, Encûmana Bilind ya Êzîdîyên Sûrîyê, Yekîtîya Ciwanên Êzîdî û Komeleya Kanîya Sipî digire nav xwe.

Raporta Deng/Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:03 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG