Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Efrînê Rê Li Ber Karanîna Zarokan Digre


Desteya karûbarên civakî li kantona Efrînê biriyara qedexekirina karanîna zarokan stand.

Armanca biriyarê ew e rê li hember dûrketina zarokan ji dibistanan bigre, loma ji hemû kargeh û fabrîqeyan tê xwestin ku zarokên temen wan kêmî 15 salan e kar neynin, û her kesê vê biryarê binpê bike rastî cezayê tê.

Derbara vê biryarê de Dengê Amerîka bi seroka desteya karûbarên civakî Erîfe Bekir re axifî.

Erîfe Bekir armancên biryarê şîrove kirin û da zanîn ku wan destek ji desteya perwerdê û komînan xwestîye ta biryarê bi cih bînin, nemaze ji alîyê hişmendkirina malbatên zarokan û civakê li ser xeterîya vê dîyardeyê.

Hêjayî gotinê ye, ku hejmareke zêde zarok ji ber rewşa şer û tengasîya abûrî ku malbatên wan tê re derbaz dibin ji dibistanê dûrketine, û di temenke çûk de neçar bûne ku kar bikin ta alîkarîya malbatên xwe bikin.

Raporta Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:14 0:00

XS
SM
MD
LG