Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qewimandinên Girîng yên Dawîn li Herêma Efrînê


Efrîn
Efrîn

Di çend rojên borî de hejmareke rûdanên girîng li Herêma Efrînê çêbûn. Hate zanîn ku hêzeke polîsên leşkerî yên Rûsî derbazî Cindirêsê û Şîyê li rojavayê Efrînê bûne.

Li gor jêderên herêmî ne dîyar e ku ev hêz dê li wan deveran bi cîh bibe, yan tenê erkeke lêgerînêbû.

Heman jêderan ragihand ku polîsên leşkerî yên Rûsî li Çîyayê Parsa Xatûn jî gerîyan û tê guman kirin ku ewê li derîyê sînor Bab El-Selama yê Herêma Ezaz bi Tirkîyê re noqteyekê çêke.

Şeva Şemîyê bi ser Yekşemê ve jî, balefireke keşfê ya nenas navendeke koma çekdar ya bi navê “Firqet El-Hemzat” li Gelîyê Heftar li Xastîyan bombebaran kir.

Gundîyên wê derê eşkere kir ku cîhê bombebarankarî di navbera gundên Kaxrê, Satîya û Çolaqa de ye.

Gundîyan dîyar kir ku berî bombebaranê dengê pevçûnan bi guleyan ji wê derê hatiye, ku tê pêşbîn kirin ew pevçûn di nav komên çekdar bixwe de be.

Gundî bal dikşînin ku gelek caran li ser parvekirina mal û milkên Efrînîyan, ku wan talan kirine, şer di navbera wan de dirdikeve.

Gundîyan bi berdewamî got ku piştî bombebaranê koma çekdar ji wan xwestîya ronîya malên xwe vemrînin û dû re dest bi lêgerînê kirine.

Li bajarê Efrînê jî, li taxa Eşrefîyê şer di navbera çekdarên El-Cebha El-Şamîyê de derket. Sedama şer, li gor rûniştvanan nakokî li ser dizînê ye û di encamê de çend çekdar birîndar bûne.

Li gundê Miskê yê devera Cindirêsê hate ragihandin ku koma bi navê Ehrar Elşerqîye careke din dest bi dizîn û talankirina malên gundîyan kirîye.

Li gundê Kurka yê devera Mabeta jî jineke Kurd û zaroka wê ya 2 salî, piştî revandinê û destdirêjîyê, kuştî hatin dîtin.

Li gundê Gobekê yê heman deverê dîsa komên çekdar bi ser gund de girtine û dest danîne ser hemî telefonên destan yên gundîyan, tiştên malan talan kirine û 4 kesên bi navê Emîr Mustefa, Gilgil Hemo, Mihemed Hesen û Xebat Şahîn revandine cîhekî nedîyar.

Li gundê Mîrkan jî El-Cebha El-Şamîyê 10 kes revandine ku navên 3 ji wan Mistefa Eslan, Ebulkerîm Hiso û Xelîl Hisnî ne.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku zêdegavî û binpêkirinên Tirkîyê û komên tundrê yên pêre dijî şênîya Efrînê ji dema desteserkirina wan ji herêmê re didomin.

Ji kuştin, lêdan, êşkence û revandin, ku çarenivîsa bi sedan welatîyan ne dîyar e, tevî kiryarên dizîn û talankirinê.

Li alîyekî din Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyanîyekê ragihand ku şervanên wan çalakîyek li gundê Kefercenê pêk anîne û tê de leşkerekî Tirk û endamekî komên çekdar hatine kuştin.

Herwiha li gundê Şedîya jî pevçûn di navbera şervanên YPG’ê û çekdarên îslamî de derketîye û 3 çekdar hatine kuştin û 2 şervanên YPG’ê jî jîyana xwe ji dest dane.

Raporta Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:06 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG