Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Esmanî li Gundewarên Paytexta Sûriyê 17 Kesan Dikujin


Êrîşên esmanî û topbaranên hikûmeta Sûriyê li gundewarên Dîmeşqa Paytex 17 kes kuştin, di demekê de ku hêzên hikûmetê hewil didin wan navçeyên di demen dawî de jidest dayî vegerînin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye got ji wan 17 kesên îro Şemiyê hatî kuştin 12 li gundewarê Hamûriye bûn.

Gurûpa berevaniya sivîl ku bi navê Kumên Sipî tê nasîn, ragihand ku ji wan 12 kesên li Hamûriyê hatî kuştin 4 zarok bûn. Wê got 5 kesên din jî li navçeyên din hatin kuştin.

Çavdêriyê bêhtirî 40 êrîşên esmanî ragihandin li Xûta Rojhilat.

Hêzên girêdayî hikûmetê, bû hefteyeke hewil didin xwe bigihînin hêzeka dorpêçkirî li gundewarê Heresta bê ku bi serkeve.

Neteweyên Yekgirtî dibêje hêzên hikûmetê 400 hezar kes li Xûta Rojhilat dorpêç kirine.

XS
SM
MD
LG