Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Esmanî li Gundewarê Dîmeşq Jimareke din a Xelkê Dikujin


Çalakvanên opozisyona Sûrî radighînin ku pêleka nû ya êrîşên esmanî li gundewarê Dîmeşqa paytext sê kes kuştin û derdora 12 kesan birîndar kirin.

Bumbebarana îro Şemiyê tê piştî bişûnxistina pirojebiryareka Civata Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî li dor daxwaza pêkanîna agirbesteka 30 rojî li seranserî Sûriyê.

Biryare, dengdan li dor pirojebiryarê îro Şemiyê bibe.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov û Navenda Medyayî ya Ghûta got êrîşan sê kes li bajarê Heresta kuştin.

Çavdêriyê got ji roja Yekşemê ve êrîşên esmanî û bumbebaranan li Ghûta Rojhilata 474 sivîl, di nav de114 zarok, kuştin e.

XS
SM
MD
LG