Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: Teqînek li Bakurê Sûriyê 12 Kesan Dikuje


Bajarê al-Bab
Bajarê al-Bab

Çalakvanên opozisyona Sûriyê dibêjin erebeyeke bumbekirî li bakurê Sûriyê teqiya û di encamê de 12 kes hatine kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye, ragihand ku 14 kes îro li bajarê el-Bab, ku di bin destê hêzên alîgirê Tirkiyê de ye, hatine kuştin.

Navenda Mediya Helebê got 12 kes di teqîna nêzîkî îstgeha basan a bajêr de hatine kuştin.

Ciyawaziya di jimarên qurbaniyan de, di rewşên wiha de, normal e.

Ta niha kesekî berpirsiyariya vê teqînê ranegihandiye.

Di encama teqînên van mehên dawî de, bi dehan kes li herêmên bin destê hêzên alîgirên Tirkiyê de hatine kuştin.

Ev êrîş dibin di demekê de ku operasyona leşkerî ya Tirkiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê berdewam e.

XS
SM
MD
LG