Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşekê de li Bakurê Sûriyê 17 Serbazên Hikûmetê Têne Kuştin


Mîlitanên girêdayî Al-Qaîde dibêjin wan êrîş bir ser bingehên hêzên hikûmeta Sûriyê li bakurê welêt û di encamê de bi dehan kuştin û birîndar kirin.

Gurûpa Desteya Rizgarkirina Şamê got êrîş berbanga îro Şemiyê li bakurê parêzgeha Helebê bû.

Herêma ku êrîş lê bû ew beşeke ji navçeyên agirbesta ku Tirkiyê û Rûsya îmzekirî, lê di van demên dawî de rastî binpêkirinan bûye.

Ajansa nûçeyan Îbaa ya girêdayî Desteya Rizgarkirina Şamê got bêhtirî 20 serebaz di êrîşê de hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye got 17 serbaz hatin kuştin û 30 birîndar bûn û her wiha 8 çekdarên êrîşker jî hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG