Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girjiyên di Navbera Rêjîm û Kurdên Sûrîyê de


Firokxaneya Rêjîma Sûriyê li Bajarê Qamîşlo
Firokxaneya Rêjîma Sûriyê li Bajarê Qamîşlo

Bênavber berpirs û rayedarên rêjîma Sûriyê kurdan bi perçekirina xaka Sûriyê, û bi nerewabûnê tawanbar dike.

Li gorî kurdên Sûrîyê, rêjîm jî dev axftinên xwe yên nexêrxwazî naqere. Herî dawî şêwirmenda raghandinê ya serokê rêjîma Sûriyê, Bûseyna Şaaban, rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyê û hêzên kiwalisiyonê li dijî Daiş ê bi diziya petrolê tewnabar kirin ku behsa wê girêbesta ku dinavbera rêveberiya xweser û kampaniya Delta ya Amerîkî de dike ya ku di Tîrmeha vê salê de hatibû îmze kirin.

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Mistefa Meşayix bersiva Şêwremenda serokê sûrîyê da.

Peykerê Serokê Sûriyê yê berê Hafiz Esed li Qamîşlo
Peykerê Serokê Sûriyê yê berê Hafiz Esed li Qamîşlo

Birêz Meşayix tevî ku partîya wî di rêveberîya xweser de ne beşdar e û weke opisyon tê nirxandin, lê girêbesta petrolê erênî nirxand û weku pêdivîya herêmê ye, birêz Meşaiyx doz li rêjîmê kir ku bi rêveberîyê re bikeve dîyalogê dewsa gefxwarinê.

Li alîyek din dibêjin ew ne matmayîne ji van daxwiyanîyan, ji ber ku rêjîm tinebûna xwe dibîne di çareseriya siyasî de ya ku ji hêla Netewên Yekbûyî hatiye bejirandin li gor biryara 2254.

Hevserokê Partiya Aştiya Demokrat a kurdistanê Telal Mihemed wisa bertek nîşanda ku rêjîma Baas ev 50 sal in bi vî rengî desthilatdariya xwe didûmîne.

Li aliyekî din çavdêr û rojnemevanên li herêmê kar dikin tînin ziman ku daxwîaniyên vê dawiyê yên ji hêla sergirdeyên rêjîma Sûriyê derdikevin qelisbûna helwesta rêjîmê himberî kurdan nîşan dide.

Rojnemevan Hejar Alseyd ji Dengê Amerîka re anî ziman ku daxwyaniyên wisa rê li ber hewldanên nêzîk bûna her du aliyan digre û çareseriyê peyda nake.

Hêjaye gotinê ye ku rêveberîya xweser daxuyanîk weşand ku têde bersivas wezîrê derve yê sûrîyê Welîd Moelim da yê ku rêveberîya xweser bi perçebûnê û dizîya Petrolê tawan kir, rêveberîyê balkişand ku rêveberîya xweser ji hikûmeta sûrîyê bêhtir xaka sûrîyê ji perçebûnê parast û dê biparêze.

Li gorî nêrîna şirovekarê sîyasî Dilbirîn Xelo ew dibêje pêwîste zimanê dan û stendinê pêşkeve û diyar dike ku rêveberiya xwesr gavin mezin avêtine di vê çarcoveyê de.

Hêjaye gotinê ku asteke ji dan û stendinan hatibû avakirin di navbera rêveberiya xweser û rêjîma Sûrî de, bi taybet piştî vekşandina hêzên Kiwalisyona Navnetwî ji deverên herêma Feratê û rojavaî herêma Cizîrê ku ji ber wê yekê hin gelek aliyan destwaerdan li herêmê kirin, û ev yek bandor kir ser dan û stendinên her du aliyan, lê ligorî hin şopîneran ku piştî girêbesta petrolê dan û stendin hatin qutkirin û rêjîm vegeriya zimanê dijatiyê.

Raporta Deng/Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:11 0:00


XS
SM
MD
LG