Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Serokê Sûriyê Hin Berpirsên Ewlekariyê Diguhêre


Serokê Sûriyê Beşar Esed
Serokê Sûriyê Beşar Esed

Rûpelên medya civakî yên alîgirên hikûmeta Sûriyê dibêjin serokê Sûriyê Beşar Esed serokên hin ajansên serdest ên ewlekariyê guherandin, di nav de jî general Cemîl Hesen ku ji sala 2009an ve serokatiya rêveberiya agahdariyên esmanî dike.

Gelek rûpelan wek Bazên Laziqiye û Tora Zindî ya Homsê îro Yekşemê rqagihand ku li şûna Hesen cîgirê wî general Xesan Îsmaîl hatiye destnîşankirin.

Tu piştrastkirin ji aliyê hikûmetê ve nebûn li dor van nûçeyan. Dewleta Sûriyê kêm caran nûçeyan girêdayî ajansên agahdariyê belav dike.

Rûpelan got rêveberiya agahdariyên giştî niha ji aliyê general Husam Lûqa ve tê birêvebirin û general Nasêr el-Elî jî niha berpirsê rêveberiya ewlekariya siyasî ye.

Balyozê berê yê Sûriyê li Urdun Behcet Sulêman wî jî nav li ser rûpela xwe ya facebookê û li ser Twîtera xwe belav kirin.

XS
SM
MD
LG