Xwepêşandêrên hêrsbûyî li navçeyeka di bin destê serhildayan de li Sûrîyê li dijî hewildanên lihevhatinê yên di navbera Tirkîyê û hikûmeta Serokê Sûrîyê Beşar Esed de kom bûn û êrîşî kesayeteke xwecihî ya opozisyona Sûrî re ku di wan hewlan de beşdar bû, kir.
Girseya bi dehan xwepêşander li bajarê Ezazê yê di bin destê serhildayan de, pêşî silogan li dijî bizavên siyasî yên nêzîkbûna Tirkiyê û Sûriyê berz kirin, paşê jî dijî Salim el-Muslit, serokê Hevpeymaniya Opozisyona Sûrî ya bingeh li Tirkiyê, ku li xwepêşandanê amade bû, qîriyan.
Xwepêşanderan bi dirûşmên “çete” û” xayîn” qîriyan li dijî Muslitê ku di danûstandinên aştiyane yên Sûriyê di navbera opozîsyon û hikûmetê de li Cinêvê beşdar bû. Van danûstandinan nekarîn bigihêjin peymaneke aşitiyê ya girîng.
Piştre çend zilaman li kolanekê da dû Muslit û li wî xistin. Ew bi giranî birîndar nebû û karî ji cihê bûyerê bireve dema ku xwepêşanderan êrîşî otomobîla wî kir.
Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê berî nêzîkî 12 salan, Enqerê piştgiriya opozîsyona Sûriyê û hêzên dijî Esed dike.
Di daxuyaniyeke vîdyoyê de, Muslit paşê got ku ew çû xwepêşandanê piştî ku beşdarî nimêja Înê ya li mizgeftek herêmî bû. Wî got wî hewl da ku ji xortên xwepêşander re şirove bike ku “em Esed û tawanên wî red dikin.”
Rûsya demeke dirêj e ku hewl dide lihevhatinekê di navbera Tirkiyê û hikûmeta Sûriyê pêk bîne.
Hewldanên ji bo lihevkirina Tirkîyê û Sûrîyê di demekê de tên ku Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di bin fişareke tund de ye ji bo vegerandina penaberên Sûriyê. Di meha Hezîranê de hilbijartinên serokatiyê û parlemanî yên Tirkiyê birêve diçin û Tirkiyê di nava krîzeke aborî ya tund de ye.
Şerê navxweyî yê Sûriyê bûye sedema mirina bi sed hezaran kes û wêrankirina beşên mezin ên welat. Her wiha nîvê xelkê Sûriyê, ku hejmara wan berî şer 23 milyon bû, koçber bûne.
Çavkanî: AP