Di encama bûyereke trafîkê de îro Şemîyê li Sûrîyê 35 kes hatin kuştin û 30 kesên din jî birîndar bûn.
Wezareta saxlemîyê ya Sûrîyê ragihand ku bûyera trafîkê ji ber lihevketina du basên rêwîyan derket holê. Bûyer li ser rêya Dêra Zorê-Şamê pêk hat.
Li gor wezareta saxlemîyê ya Sûrîyê, yek ji basan ya sivîlan bû û ya din jî ya hêzên ewlekarîyê bû.
Ajansa nûçeyan ya dewletê SANA ragihand ku helîkopterên Wezareta Berevanîyê alîkarîya veguhestina birîndaran û termên kuştîyan kirin. Ew ji firokxaneya Tedmurê hatin rakirin bo nexweşxaneyeke leşkerî li Humsê.
Wezîrê Derve yê Sûrîyê Ese'ed el Şeybanî sersaxîya malbatên qurbanîyan kir.