Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

MSD Banga Parastina Krîstîyanan Dike Piştî Bûyerên Hemayê

Meclîsa Sûrîyê Demokratîk (MSD) ragihand ku ew ji nêzîk ve bûyerên dawî yên li bajarokê Siqêlbîyê li parêzgeha Hemayê dişopîne, piştî bûyerên tundûtûjîyê li bajarokê ku piranî Krîstîyan e.

MSD'ê di daxuyanîyekê de îro Şemîyê tekezî li ser parastna mafên tevahîya welatîyan li her cihekî Sûrîyê kir û daxwaza avêtina gavên lezgîn kir ji bo parastîna aştîya navxweyî.

Roja Înê komeke çekdar ji bajarokê Qelat el Medîq ê nêzîkî Siqêlbîyê êrîş kir ser mal û milkên Krîstîyanan li Siqêlbîyê. Di encamê de hinek xanî û dikanên welatîyên sivîl hatin talankirin.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafê Mirovan (SHOR) ragihand ku “rûniştvanên bajarokê Siqêlbîyê ê gundewarê Hemayê xwepêşandanek îro Şemîyê kirin, wekî nerazîbûn li ser kiryarên tundûtûjî yên doh Înê.”

Xwepêşanderan durişm dijî binpêkirin û zêdegavîyan ser welatîyan bilind kirin û daxwaza aştî û ewlekarîya navxweyî kirin.

Hikûmeta Sûrîyê heta amadekirina vê nûçeyê ti daxuyaî derbarê bûyerên Siqêlbîyê nedaye.

Ji dema ku hikûmeta Serokê demkî Ehmed el Şeri hatiye ser desthilatê piştî roxandina rejîma Beşar el Esed, gelek bûyer û êrîşên tundûtûjîyê li hember komên olî û netewî yên ne Ereb û Misilman pêk hatine.

Di dawîya sala 2024'an de, çend hefteyan piştî ku Şeri hate ser desthilatê, çekdarên Sunî dara Krismisê li Siqêlbîyê şewitand. Ew bûyer bû sedema xwepêşandanên Krîstîyanan li seranserê Sûrîyê.

MSD'ê di daxuyanîya xwe de got ku divê pirrengîya çandî, olî û netewî li Sûrîyê were parastin û bang li alîyên peywendîdar kir ku ewlekarîya hemû welatîyên Sûrîyê, bêyî cudakirina ser bingeha olî û netewî, misoger bike.

XS
SM
MD
LG