Desthilatdarên Sûrî ragihand ku îro Sêşemê teqînek li pêş avahîyeke ser bi wezareta berevanîyê ve li paytexta welêt çêbû û di encamê de leşkerek hate kuştin û hejmareke kesên din birîndar bûn.
Wezareta Berevanîya Sûrîyê ji ajansa SANA ya nûçeyan re got yekîneyên artêşa Sûrîyê hewl dan ku alaveke teqînê li ber avahîyeke wezaretê li Şamê pûç bikin, berî ku li heman deverê otomobîlek bombekirî biteqe.
Rêvebirîya tenduristîya Şamê ji televizyona Sûrîya TV re got ku karmendên wan ji bilî kuştina leşkerekî, birîndarbûna 12 kesên sivîl û leşkeran di teqîna Şamê de tomar kirine.
Hîn diyar nebûye kî li dû êrîşê ye. Hikûmeta Sûrîyê dibêje wê demûdest vekolînek destpê kiriye.