Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Nav Hewlên Guftûgoyan de Tundûtijî li Başûrê Sûriyê Berdewam e


Bi piştgiriya êrîşên esmanî, hêzên hikûmeta Sûriyê êrîşên xwe yên dijî serhildêran li başûrê welêt girantir dikin, di demekê de ku serhildêr dibêjin mercên Rûsya yên bidawîanîna şer zore ku bêne pejirandin.

Medya dewleta Sûrî got hin navçeyên din ên derdora parêzgeha Daraa îro Şemiyê hatin dorpêçkirin û li hin navçeyên din serhildêran erêkir ku çekên xwe radestî hikûmetê bikin.

Îbrahîm Jabawî, peyvdarê odeya hevbeş a operasyonên serhildêran, got serhildêran şandek amadekiribûn ku doh Înê li gel berpirsên Rûsî kombûn û biryare îro Şemiyê kombûneka din pêk bê.

Jabawî got Rûsya, hevalbenda bihêz a serokê Sûriyê Beşar el-Esed, dixwaze serhildêr çekên xwe deynin wek gava yekem û piştre wê hêzên hikûmetê derbasî navçeyên wan bin.

XS
SM
MD
LG