Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sûrî Serhildêran li Nêzîkî Girên Colanê Dike Armanc


Li başûrê Sûriyê çalakvan dibêjin moşekên hikûmetê bingehên serhioldêran li nêzîkî girên Colanê ji xwe re kirin armanc, di êrîşên dawî de jib o bidawîanîna hebûna çekdaran li başûrê welêt.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye dibêje hêzên hikûmetê bêhtirî 800 mûşek avêtin herêma navbera Deraa û Quneytera ku derdora 4 kîlometir nêzîkî girên Colanê ye.

Êrîşa dawî ya hikûmetê li dijî bermayên çekdarên opozisyonê, di nav de jî çekdarên girêdayî gurûpa Dewleta Îslamî Daiş, tê piştî dorpêçkirina piraniya parêzgeha Deraa, di çarçoweya operasyona leşkerî ya ku meha borî detspêkiribû.

Li gor rêkeftinekê, biryare bi sedan serhildêr ji wan herêman bêne veguhestin bo parêzgeha Idlib a di bin destê serhildêran de.

XS
SM
MD
LG