Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Proseya Demkrasiyê li Welatên Sitemkar Weke Sûriyê


Di dema şerên navxweyî yên Sûriyê ku zêdtirî 10 salane dike, bo cara duyane rejîma Beşar Esed hilbijartinên serokayetîyê pêk tîne û bi hivîya qayim kirina desthilata malbata xwe ewa nêzî 50 salane desthelatadariya Sûrîye dike.

Hevalbendên rejîmê Sûriyê yên weke Rûsya û Îran hilbijartin bi destkeftek mezin nas kirin lê welatên Rojava, di nav de Amerîka hilbijartînên serokatiya Sûriyê û encamdana wan di vê demê kirîtîk de şermezar kirin û gotin, xizmeta çareserîya pirsa Sûrî nake.

Lê bi her awayekî desthelatdarîya Sûrîyê rijdbû liser pêkanina hilbijartinan li demekî ku hewlên cihanî bo nivîsina destûrek nû ne bo wî welatî, da ku qunaxa veguhastina desthilatê bihê encam dan.

Armanc û daxwazên Beşar Esed ji van hilbijartinan çi ne? Aya ev hilbijartin dê rewatiyê bide desthilata Esed?

Bo danûstandinên derbarê vê mijarê û encam û derencamên hilbijartinan li Sûriyê bernama Tîrêj mêhvandariya siyasetvanê dêrin berêz Sa'dadin Mela re kir, pêşî berêz Mela got "Ev hilbijartin rewatiyê nade desthilatek sitemka". Herwisa Mela go "oposizyon ji rejîmê xirabtire lewra heta penaberên Sûrî tevlî helbijartinan bûn".

Tirej # 110
please wait

No media source currently available

0:00 0:24:15 0:00


XS
SM
MD
LG