Hevserokê Ofîsa Koçber û Penaberan a Rêveberîya Xweser a bakur û rojihlatê Sûrîyê, Şêxmûs Ehmed, got ku di encama êrîşên grûpên çekdar de li bakur û rojhilatê Sûrîyê nêzîkî 500 hezar kes derbider bûne.
Ehmed di peywendîyeke telefonî de ji Dengê Amerîka re got, "ev cara pêncemîn û şeşemîn e ku bi deh hezaran derbiderên Efrîn, Şehba, Til Rifat, Şêx Meqsûd, û herwiha kampên ku xelkê Sûrî jî tê de bûn li herêma Tebqa, Reqa, û Cizîrê, koçber dibin.”
Ehmed, ku li Hesekê dimîne, dibêje: “hejmarek ji wan derbiderên Tebqa û Reqayê derbasî herêma Kobanîyê bûn, û xelkê gundewarên başûrê Kobanîyê jî çûne bajêr û niha 250 hezar derbider li bajarê Kobanîyê dimînin.”
Ew dibêje “hejmareke berfereh ku di navend û kampên Hesekê de diman, ew jî ber bi herêmên ewle yên wek Qamişlo, Dêrik, Amûdê, Dirbêsîyê ve çûn. Derbiderên li herêma Cizîrê jî nêzîkî 250 hezar kes in.”
“Alîkarî pir kêm û lawaz in. Alîkarîya di dema dawî de derbas bû ji Başûrê Kurdistanê bû. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û herwiha kenala Rûdaw û Kenal 8 jî karwan şandin, lê ew ne li gor hejmara berfeh a derbideran e,” Ehmed got.
Wî herwiha bal kişand dopçkirina Kobanîyê û alîkarîyên Neteweyên Yekbûyî û got ku” UN’ê 24 kemyon şandin, lê ew têrê nake. Pêwîstî bi mazot, derman, xwarin, û vexwarinê heye.”