Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Sûrî: Jeyş el-Îslam û Rêjîma Sûriyê liDûma Digihin Rêkeftinekê


Tilfizyona dewleta Sûrî ji ser zimanê hin berpirsên Sûrî ragihand ku rêkeftinek hate lidarxistin di navbera gurûpa Jeyş el-Îslam û hêzên hikûmetê de ku gurûp hemî girtiyan azad berde li beramber derketina çekdarên gurûpê ji navçeyê.

Li gor rêkeftinê, şervanên Jeyş el-Îslam dê ji Dûma derkevin û di nava 48 demjimêran de biçin bajarê Jerablus ê nêzîkî sînorê Tirkiyê, li gor çavkaniyê.

Jeyş el-Îslam çi şîrove di vê derbarê de nedan.

Ev rêkeftin dibe di demekê de behsa bikaranîna çekên kîmawî dibe ji aliyê rêjîma Esed ve li bajarê Dûma ku di encamê de bi dehan kes hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG