Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barrack Pesna Pevguhertina Şervanên Hikûmeta Sûrî û Durzîyan Dide

Nûnerê Taybet yê Amerîka bo Sûrîyê Tom Barrack pesna prosesa pevguhertina leşkerên hikûmeta Sûrîyê û şervanên Durzî da û got ew gaveke ber bi aramîyê ve ye.

Barrack, ku herwiha balyozê Amerîka li Tirkîyê ye, îro Înê di postekê de li ser platforma X got: "Bi alîkarîya nirxdar ya Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor, 25 şervanên hikûmetê û 61 şervanên Durzî doh di proseseke nerm û rêkûpêk de hatin pevguhertin."

Diplomatê Amerîkayî got ku ev proses gavek dûrî tolhildanê ye û ber bi aramîyê ve ye.

Hikûmeta demkî ya Sûrîyê roja Pêncşemê ragihand ku prosesa pevguhertina şervanan di navbera herdu alîyan de bi serpereştîya şandeke Xaça Sor birêve bû. Ev kes ji dema tundûtûjîya Tîrmeha borî ve ji alîyê herdu hêzên hikûmeta Sûrî û yên ser bi Durzîyan ve hatibûn dîlkirin.

Barrack got ku Amerîka di azadkirina şervanên herdu alîyan de roleke hêsankirinê lîst. Wî spasîya Abraham Hamadeh, Ednamê Civata Nûneran a Kongresa Amerîkayî, kir ji bo rola wî di destpêkirina vê destpêşxerîyê de. Hamadeh, nûnerê wîlayeta Arizona, bi regez Durzî ye.

Tevî vê gavê hîn jî girjî û alozî di navbera Şam û Durzîyan de hene. Ji dema tundûtûjîya Tîrmehê ve ku tê de bi sedan sivîlên Durzî li parêzgeha Suwedyayê hatin kuştin, hêzên xwecihî yên Durzîyan devera xwe kontrol dikin û nahêlin ku hêzên derbasî wir bibin. Durzî banga xweserîyê li devera xwe dikin, lê Şam dibêje divê hemû deverên Sûrîyê li jêr kontrola desthilateke navendî bin.

XS
SM
MD
LG