Breaking News

Xwepêşandan li Dijî Rejîma Sûrî li Hewlêrê Hate Kirin

Xwepêşandan li Dijî Rejîma Sûrî li Hewlêrê Hate Kirin
Xwepêşandan li Dijî Rejîma Sûrî li Hewlêrê Hate Kirin

Xwepêşandanek li Kurdistana Îraqê li dijî kuştina xelkê sivîl ji layê rejîma Sûrî ve hat kirin.

Roja Duşembî bi dehan bizavkarên Kurdên Sûrî, komelên mafên mirovan û kesên din beşdarî li xwepêşandana Hewlêrê kir.

Hevdem li Sûrîyê, hêrişa rejîma Sûrî li dijî bajêrê Laziqiye bo roja sêyemîn berdewam e. Bizavkar dibêjin, herî kêm du kes roja Duşembî li wî bajêrî hatin kuştin û her ji roja Şembîyê vir ve nêzîkî 30 kes hatîne kuştin.

Jibo pêzanînên pitir derbarê xwepêşandana Hewlêrê, lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê rûpelê kilik bike (raporta peyamnêr Omer Ferhadî li Hewlêrê).

XS
SM
MD
LG