Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Li Laziqiyê Welatî Berpirsan bi Dizîna Alîkariyên Erdhejê Tawanbar Dikin


Belavkirina alîkariyan li Helebê
Belavkirina alîkariyan li Helebê

Çavdêrîya Sûrî Bo Mafên Mirov (SOHR) got ku li Sûriyê welatî hene karbidestan bi dizîya alavên alîkarîyê yên ji bo qurbaniyên erdhejê tên tawanbar dikin herwiha berpirs heqaretê li qurbaniyên erdhejê dikin li Laziqiyê, piştî erdheja wêranker ku bi dehan hezar kes li Tirkîyê û Sûrîyê kuştine û bi sed hezaran jî birîndar kirine.

SOHR diyar kir ku "saziya Emin û Îstîxbaratê ya rejîma Sûrî welatiyek girt piştî ku di tomareke videoyî de wî rexneya rejîmê kirbûn, di tomareke vidoyî de ku di mediya civakî derketbû, tê de wî diyar kir ku belavkerên alîkariyê yên rejîmê wan neçar dikin ku erêkirina saziya ewlekariyê wer bigirin, heta ku bikarin alîkariyên ji bo erhejê hatine bistînin, erdheja ku ziyanên mezin gihandine herêmên Sûriyê, wî kesî rejîm rexne kir ku ew karên bêrewştî û derveyî nirxên mirovan li dij wan encam didin û alavên alîkariya erdhejê didzin".

Li gorî zanyariyên Çavdêriya Sûrî, "Yên ku berpirsên belavkirina alîkariyên hawarçûnê ne, li Ceble li gundewarên Laziqiyê bi awayekî neguncayî û serederiyek xerab li gel welatiyan dikin û bi şêweke biçûk xistinê alîkarîyan tavên ber wan."

Çalakvanan klîbên vîdyoyê belav kirin, ku wan got "diziya alavên alîkariyê yên ku ji bo kesên bi erdhejê bandor bûne tê kirin, û qurbanî li derveyî malan dijîn û li navendeke sporê li Laziqiya dimînin".

Rêveberiya Xweser Û Helmeta Alîkarîyên Mirovî Bo Bakûr û Rojavayê Sûrîyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:43 0:00


Çavkaniyên xwecihî ji SOHR re tekez kirin ku "alavên cûrbecûr yên alîkariyê li bazarên Dîmeşq (Şam)ê, Laziqiye û parêzgehên cuda bi buhayên erzan li gorî buhayên bazara xwecihî têne firotin, di heman demê de ku alîkarî negihaştiye bi dehan gund û bajarokan, wan bang li Neteweyên Yekbûyî kir da ku li hawara wan herin". Weke Çavdêriya Sûrî Bo Mafên Mirov (SOHR) radigihîne.

XS
SM
MD
LG