Breaking News

Serokê Sûrî Êdî Nikare Serdana Welatên Yekîtîya Ewropî Bike

Serokê Sûrî Êdî Nikare Serdana Welatên Yekîtîya Ewropî Bike
Serokê Sûrî Êdî Nikare Serdana Welatên Yekîtîya Ewropî Bike

Yekîtîya Ewropî cezayên nû li dijî karbidestên Sûrî ragihand, di demekê de ku tepeserkirina xwepêşandanên li dijî hikûmetê li Sûrîyê berdewam e.

Li gor biryareka Yekîtîya Ewropî, serokê Sûrî Beşar El Esed û karbidestên dî êdî nikarin serdana welatên endam di Yekîtîya Ewropî bikin. Her li gor wê biryarê, dest bi ser pere û samanên rêberên Sûrî li Yekîtîya Ewropî tê girtin.

Bizavkarên mafên mirovan li Sûrîyê dibêjin, bi kêmî 850 kesên sivîl hatîne kuştin, piştî li meha Adarê serhildana li dijî rejîma Sûrî destpê kir.

XS
SM
MD
LG