Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Idîayên Êrîşa Kîmawî li Sûriyê Red Dike


Leşkerên Rûsya red dikin wan Idîayên ku dibêjin hêzên hikûmeta Sûriyê çekên kîmawî bikar anîne li bajarê Dûma yê navçeya Gûta Rojhilat.

Ajansên nûçeyan ên Rûsî îro Yekşemê ji ser zimanê General Yuri Yevtushenko ragihand ku Rûsya dê “şarezayên çekên kîmawî bişîne Dûma piştî rizgarkirina wê ji çekdaran ji bo komkirina agahiyan ji bo piştrastkirina ku daxuyaniyên sexte di vê derbarê de.”

Yevtushenko got:

“jimarek welatên Rojava hewil didin ku nehêlin operasyonên derxistina çekdaran ji Dûma berdewam bin, ji ber wilo ew mijara bikaranîna hêzên Sûrî bo çekên kîmawî dikin bihane.”

Çalakvanên Sûrî û tîmên tenduristî yên rizgarkirinê dibêjin êrîşa kîmawî ya doh Şemiyê bi kêmanî 40 kes kuşt.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG