Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helwesta Alîyên Kurd Ser Danûstandinên Hikûmet û Opozisyona Sûrî Çi Ye?


Geir Pedersen, nûnerê taybet yê NY bo Sûrîyê.
Geir Pedersen, nûnerê taybet yê NY bo Sûrîyê.

Gera şeşan ya danûstendên Jinêvê yên girêdayînivîsîna destûra Sûriyê roja Duşemê destpê kir.

Bi serperştiya Nûnerê Taybet yêNetewên Yekbûyî (NY) bo Sûrîyê Geir Pedersen, serokê komîteya hikûmeta Sûrîyê El Kizberî û serokê komîteya rikberîya Sûrî Hadî El Behra li Jinêvê dest bi danûstandinên rû bi rû kirine.

Encûmena Niştmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) ku beşek e ji opozisyona Sûrî û endam e di komîteya danûstandan ya opozisyonê de ya danîna zagona bingehîn, dibêje pêşketin heye.

Logoyê ENKS ê
Logoyê ENKS ê

"Rejîm di carên berê de bi awayekî ne cidî nêzîkî danûstandan dibû, emê li benda dawîya vê hefteyê ne da ku danûstandan bibin,'' Fêsel Yûsif, endamê desteya serokatîya ENKSê ji Dengê Amerîka re got.

Pedersen bi geşbînî ragihand ku ev cara yekê ye herdu serokên hikûmetê û opozîsyonê yên komîteya destûrê rû bi rû civîyane.

Serokê komîteya opozisyonê jî Hadî El Behra di daxuyanîyeke xwe de diyar kir ku ji encamên rûnştina roja Duşemê lihevkirina ser du xalan: serwerîya dewletê û serwerîya yasayî.

Hinek alîyên din yên Kurd ku ne beşdarî van danûstandinan in dibêjin ku ew bi guman in ku ev destûr bikaribe mafên Kurdan biparêze.

Logoyê MSD ê Meclisa Sûriya Demokrat
Logoyê MSD ê Meclisa Sûriya Demokrat

Sîhanok Dîbo, endamêserokatiya Mecilsa Sûrîya Demokratîk (MSD) ji Dengê Amerîka re got ku ''şêwazê ku niha li Jinêvê bi rê ve diçe pirsgirêka Sûrîyê çareser nake û heger li hevkirinek hebe bo nivisandina destûra Sûrî wê ne bingehîn be.''

MSD ne beşek e ji van danûstandinên girêdayê destûra Sûrîyê.

Hêjayî gotinê ye ku komîteya destûra Sûrîyê ku sala 2019’an hate ava kirin, heta niha pênc caran li hev rûniştîye û civîna vê hefteyê jî cara şeşan e.

Raporta Zana Omer - Qamişlo
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:46 0:00


XS
SM
MD
LG