Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salvegera Êrîşa Bi Gazê Li Ser Xûta, Sûriyê


Di 21 Tebaxa 2013ê de, li dor û berên Dîmeşqê (Şamê), rejîma Beşar Esad êrîşa bi gazê kere ser pitir ji 1,400 Sûrîyan, piraniya wan zarok bûn, bi kerestê kîmyewî yê bi Sarin tê naskirin.

Meha borî bîreweriya heftsaliya êrîşa kûjek ya bi çekên kîmayî bû li Xûta, Sûriyê. Di 21 Tebaxa 2013ê de, li dor û berên Dîmeşqê (Şamê), rejîma Beşar Esad êrîşa bi gazê kere ser pitir ji 1,400 Sûrîyan, piraniya wan zarok bûn, bi kerestê kîmyewî yê bi Sarin tê naskirin.

Salvegera Êrîşa Bi Gazê Li Ser Xûta, Sûriyê_1
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:29 0:00
Direct link

Ji bo rêz û hermetê li qurbaniyên wê hovitiyê, Welatên Yekgirtî yên Amerîka şeş cezayên cuda li dijî saziyên leşkerî, hikûmetê û diravî yên rejîma Esed ragihandin.

Amerîka ceza li ser layengirê Esad, Yaser Îbrahîm danîn bi fermana mîrî jimare 13894, ji ber hewlên wî yên astengkirina çareseriya siyasî ji şerê Sûriyê re. Ibrehîm, torên xwe yên peywendiyan li seransereî Rojhilata Navîn û cihên dî bikar tîne ji bo girêbestên gendel bi mebesta dewlemend kirina Esed, di heman demê kû xelkê Sûriyê ji ber kêmbûna xwarin û dermanan dimirin.

Her wisa li gorî Fermana Mîrî jimare 13894, Amerîka qomandarên jimareka yekîneyên leşkerê Sûrî destnîşan kirine, ji ber hewldanên wan ji bo rêgirtinê li agirbestê li Sûriyê. Di Hêzên Ewlehiya Niştimanî ya Sûrî de, Amerîka fermandar Fadî Seqer binav kiriye. Di Fîrqa 4, Fermandeya Lîwa 42ê de, qomandar Ghaith Dalah hatiye binav kirin. Û li dawî, ji nav hêzên Nimir, Amerîka fermandeyê Hêzên Haider, Samîr Îsmaîl binav kiriye.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo got, "Ev mezne karbidest heman qomandarên hêzên artêşa Sûriyeyê ne ku zarok bi bermîlên bombekirî kuştîn û çekên kîmyewî li dijî civakên mîna Xûta bikar anîn. Wî got,"Wan girêbesta civakî ya di navbera welatiyan û leşker de ji bo parastina wan ku wan sond jêre xwarî, pûç kirine." Ji Xizîrana 2020ê were, Welatên Yekgirtî pitir ji 55 kesayetiyên ku siyasetên hovane yên Esad peyrew dikin, destnîşan kirine.

Di peyamekê Twitter ê de wezîrê derve Pompeo nivîsand: "Ev cezayên nû, bîreweriya qurbaniyên êrîşa çekên kîmyewî ya Esad berî 7 sala, sax dikin." "Em dest ji fişarên ciza kirina berpirsan û çareseriya aştiyane ya şerên Sûriyê bernadin."

XS
SM
MD
LG