Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêriya Sûrî: Hêzên Hikûmetê Li Gûta Rojhilat Pêş Dikevin


Hêzên hikûmeta Sûrî îro Şemiyê nêzîkê kontrolkirina bi temamî ya bajarokê el-Şeyfûniye bûn li Gûta Rojhilat û fişarê didin ser bingeha dawî ya serhildêran li gundewarê Dîmeşqa paytext, li gor çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye.

Peyvdarê gurûpa serhildêr a Jeyş el-Îslam li ser Twîtera xwe got hêzên hikûmetê hewil dan êrîşî herêmeka nêzîkî bajarokê el-Reyhan bikin û têk çûn, lê wî behsa el-Şeyfûniye nekir.

Komandarekî hêza hevalbend a ku piştgiriya serokê Sûriyê Beşar Esed dike, got şer li el-Şeyfûniye berdewame, lê çi agahiyên berferehtir nedan.

XS
SM
MD
LG