Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pevçûn di Navbera Hêzên Sûrî û Serhildêran de Berdewam in

This photo released March, 22, 2108, by the Syrian official news agency SANA, shows Syrian government forces overseeing the evacuation by buses of rebel fighters and their families, at a checkpoint in eastern Ghouta, Syria.

Medya dewleta Sûrî û çalakvanên opozisyonê dibêjin êrîşên hêzên hikûmetê berdewam in li ser Gûta Rojhilat bi piştgiriya êrîşên esmanî ku di encamên de gelek kesên din jiyana xwe ji dest da.

Gurûpa bi navê Ceyşulîslam ku bajarê Dûma kontrol dike got şervanên wê hemî êrîşên hikûmetê yên ku roja Înê destpêkiribûn vegerandin, û got 17 serbazên Sûrî hatine kuştin.

Tilfizyona dewleta Sûrî got çekdarên Ceyşulîslam jimarek topên hawn avêtin taxên Dîmeşqa paytext û di encamê de 6 kes kuştin û bêhtirî 30 kesî birîndar kirin.

Hêzên hikûmeta Sûrî doh Înê careka din li Dûma dest bi êrîşan kir, piştî agirbesteka 10 rojan ku hat hilweşandin bi sedema nakokiyên li dor derketina şervanan ji navçeyê.

Roja Înê çalakvanên opozisyonê got li Dûma 40 kes hat kuştin û 4 kes jî li navçeyên bin destê hikûmetê.

XS
SM
MD
LG